Özz Nujen gör segertecken
”Di nav yên ku min aciz dikin de nijadperestên kurd jî hene, lê normal e ku nijadperest, rastrew û çeprewên kurdan jî hebin”.. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Özz Nûjen

”Nijadperestên swêdî û kurd min aciz dikin”

Henekên Özz li nijadperestan nexweş tên
6:39 min

Hunermendê binavûdeng Özz Nûjen ku nasnameya xwe ya kurdî di her firsetê de bilind dike dibêje ”kurdên nijadperest” ji ber mîzaha min ji min nexweş in û min aciz dikin.

Reaksîyonên êrîşa li hemberî Charlie Hebdo ya Parîsê berdewam in. Dawiya vê heftiyê li Dêra Swêdî ya Parîsê ayîneke taybet di bin navê ”Evîna ji Parîsê” tê li dar xistin. Yek ji wan kêm kesên ku ji Swêdê hatiye vexwendin û wê di dêrê de axavtinekê pêşkêş bike hunermend Özz Nûjen e. Derbarê çûna Parîsê û xebatên wî yên li ser derbirîna azad de me hevpeyvînek bi Nûjen re kir. 

Di hevpeyvînê de Özz Nûjen radigihîne ku hem nijadperestên kurd hem jî yên swêdî ji ber mîzaha wî jê nexweş in û wî aciz dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".