Террористы из ИГ в Сирии. Фото: Guillaume Briquet/Flickr
Li hemberî Daişê xwepêşandan. Foto: Guillaume Briquet/Flickr

Örebro li hemberi Daişê dimeşe

"Isis ut ur Sverige"
1:58 min

Li hemberî helwesta Swêd ya Daişiyên vedigerin roja yekşemê li Örebro xwepêşandanek bi şîara ”ISIS ji Swêdê derkeve” tê li dar xistin.

Digel ku piraniya piştgiran rêxistinên kurdî ne jî komele û rêxistinên mîna Partiya Örebro, Komeleya şîiyan, Dêra Suryaniyan wê di xwepêşandanê de cî bigrin. Komeleya çandî ya kurd û swêdî li Örebro înşîyatîfgira xwepêşandanê ye. 

Di vê xwepêşandanê de tê payin ku parlamentera Sosyaldemokrat Lawên Rêdar û yê Partiya Gel Johan Pehrson jî beşdar bibin. 

Derbarê xwepêşandanê de hevpeyvîn digel însîyatîfgirê çalakiyê ji Komeleya çandî ya kurd û swêdî Hêmn Ghaderi re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".