Generalê Siûdî Gormollah Al-Zaharani fermî li Swêdê ye. Wêne: Privat
Generalê Siûdî Gormollah Al-Zaharani fermî li Swêdê ye. Wêne: Privat

Hikumet peymana çek a bi Erebîstana Siûdi re xera nake

Hikumet dê peymana nakok a hevkariya leșkerî bi Erebîstana Siûdîre a vê biharê xera nake.

Serok Wezîr Stefan Löfven îro di dema pirsîna li meclîsê de ev yek piștrast kir.

Lê ew amadane ku peymanê careke din di çav re derbas bikin ji bo ku hinek kêmtir berfireh be.

Eger Swêd buxwaze peymana bi Erebîstana Siûdîre xera bike divê, vê yekê herî dereng vê biharê bike ya na dê ev peyman 5 salên din jî dewam bike.

Peymana hevkariya leșkeriya bi Erebîstana Siûdî re hikumeta Sosyaldemokratan di sala 2005 an de bi awayekî gelek berfireh îmze kir, bi armanca alîkariya Erebîstana Siûdî ya çêkirina karxaneyeke çekan bike. Ev yek bû bingeha hevkariya ku jê re dibêjin bazara Siûdî.

Çêkirina karxaneya çekan piștî ku bernameya Radyoya Swêdê ya bi navê Ekot eșkere kir hat sekinandin. Dîsa jî Serok Wezîr naxwaze vê peymanê xera bike, lê amadeye di çavre derbas bike ji ber ku hinek beșên di vê peymanê de hene baș in.

Lê pejirandinek hevkariya di navbera Sosiyaldemokratan û Erebîstana Siûdî de ne tiștekî hevkarê hikimetê, partiya Jîngeh qebûl dike ye. Vê yekê Valter Mutt berdevkê karê siyasî yê derve dibêje:

- Em ji vê re bi temamî dibêjin na. Ji bo partiya Jîngeh, fikra peymanek bi dîktatatorê herî xerab ê cîhanê re tu car nayê qebûl kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".