wêne: Fredrik Sandberg/TT
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Serokê XD di nîsanê de tê hilbijartin

Duh serokê Xiristiyanên Demokratan Göran Hägglund got ku ewê ji wezîfeya xwe ya serokatiya 11 salan a partiyê istîfa bike.

Li gor beranameya Ekot dê dê civîna awarteya bi vê armancê di 18 nîsanê de were li darxistin ji bo ku di șûna Hägglund de srokekî nû were hilbijartin.

Ev biryar dê ji aliyê rêvebriya partiyê ve ku îro çêdibe ve were girtin. Heta niha tu namzetên fermî yên serokatiya partiyë nînin.

Lê li gor hinek kesên bilind ên di nav Xiristiyanên Demokratan de ku ekot pêre peyîviye, li ser kesayetên wek sekrêterê partiyê Acke Ankarberg, parlamenterê Yekitiya Ewrûpayê Lars Adaktusson û wezîrê berê yê xaniyan Stefan Attefall tê fikrandin.

Siyasetzan Magnus Hagevi bawer dike hilbijartina serokekî nu yê partiyê dê tekoșîna di navbera du aliyên partiyê hinek din zelal bike. Him aliyê navendiya partiyê ku Hägglund jî têde ye û him jî aliyê bi fikrên konservatîn ku kesayetên wek Ebba Buch Thor têdene.Ew weha dibêje :

- Niha hinek zahmete ku mirov vê yekê bibîne ji ber ku di nav partiyê de guhertin çêdibin.

Piștî beyana pêșniyara siyaseta derbarê peneberan de niha aliyê konservatîv xwe zêdetir dane pêș. Ev yek dikare tesîrê li ser hilbijartina serokê partiyê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".