Stockholm çaremîn bajarê herî ewle ye

Stockholm di hemû cîhanê de ji çar bajarên herî ewle ye piștî Tokya, Sîngapor û Osaka.  Ev yek li gor rêzkirina rapora salane ya Economist.

Di rêzkirinê de mirov faktorên wek tenduristî, avahiya bingehîn û ewlehiya șexsî û digital li ber çav girtine.

Bi rêjeya çar emîn Stockholm dibe bajarê herî ewle yê Ewrûpayê.

Dema mirov xweser li van beșan dinêre Stockholm di lîsteya ewlehiya digital de di rêza heft emîn de ye, di beșa ewlehiya șexsî de çar û di kategoriya lênerîn û tenduristiyê de jî di rêza deh emîn de cih digre.

Dema mijar tê ser sîstema bingehîn Stockholm di nav deh bajarên herî baș de ye.

Di raporêde tê destnîșan kirin ku têkiliyek nêzîk a ewlehî bi dewlemendî û pêșketina aborî re heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".