Wêne: Stefan Ubbesen
Wêne: Stefan Ubbesen

SSAB 210 karmendan ji kar derdixe

Șîrketa SSAB îro eșkere kir ku dê 210 kesan ji kar, ji beșa produksiyona hesin a li Borlängeyê derxîne.

Sebeba vê yekê jî șîrket wek dê produksiyona çînkokirin û boyaxkirina hesin a li Borlänge yê were rawestandin nîșan dide.

SSAB dê niha ji bo kesên girêdayî sendîqayê ne dest bi hevditînan bike. Hevditîn dê ji bo wan 210 kesên ji kar tên derxistin werin kirin. Bi giștî 2100 karmendên șîrketê li Borlängeyê hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".