Dan Rosenholm endamê Pariya Gel û rêveberiya ṣaredariya Sigtunayê. Wêne.: Erika Mårtensson/Radyoya Swêdê
Dan Rosenholm endamê Pariya Gel û rêveberiya ṣaredariya Sigtunayê. Wêne.: Erika Mårtensson/Radyoya Swêdê

PG a Sigtunayê istîfaya Jan Björklund duxwaze

Daxwaza istîfakirina Jan Björklund a ji serokatiya Partiya Gel her ku diçe zêdetir belav dibe. Duh Fedarasyona Xwendevanên Lîberal daxwaz kir ku hemû rêveberiya partiyê ciyê xwe ji hilbijartina rêvebertiyek nu re bihêle, yanê istîfa bikin. 

Niha jî komeleya Partiya gel a Sigtunayê bi ryarek yekdengî dane ku divê Jan Björklund dest erka xwe ya serokatiyê bigṣîne. Dan Rosenholm, endamê Pertiya Gel û rêveberiya ṣaredariya Sigtunayê ye. Ew ji rojnameya Dagens Nyheter re dibêje, Partiya gel a Sigtunayê bi zanatî berê her kesî biryara daxwaza istîfaya Björklund eṣkere kir. Û li gor wî gelek komeleyên din jî heman fikrî parve dikin.

Dan Rosenholm duxwaze ku di civîna partiyê ya payizê de jinek di ṣûna Björklund de wek seroka partiyê were hilbijartin û ew navên wek Birgitta Ohlsson û Cecilia Malmström bilêv dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".