Jan Björklund. Wêne: TT Nyhetsbyrån

Piṣtgirî ji bo Björklund ji Federasyona Wîlayetan hat

Piṣtî encama xerab a hiljbijartina a payîzê, daketina hejmara hilbijêran û beyana derbarê siyaseta entegrasyonê de buye sebeb ku ji sekna serokê Partiya gel Jan Björklund ṣik tê kirin.

Lê bi rêya telefonê ku SVT, televîzyona Swêdê ji 25 Federasyonên Wîleyatan pirs kiriye eṣkere dibe ku piṣtgiriyek xurt hêjî ji bo Björklund heye.

Ji wan 23 federasyonên ku bersiva pirsan dane 20 ji wan rast dibînin ku divê Björklund wek serokê partiyê bimîne.

Di destpêka hefteyê de xwendevanên lîberal û komeleya partiyê ya ṣaredariya Sigtunayê daxwaz kiribûn ku Jan Björklund ji serokatiya partiyê istîfa bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".