Bankaya Nordea li Skövde. Wêne: Mats Öfwerström / Radyoya Swêdê.
Bankaya Nordea li Skövde. Wêne: Mats Öfwerström / Radyoya Swêdê.

Ṣika fînasekirina terorîsmê li bankayek li Skövde tê kirin

Hewildanek pere ṣandninê ya  ji bo xebata terorîstiyê li banka Nordea a li Skövde hat eṣkere kirin. Karmendên bankayê vê agahiyê bi P4 a Skaraborg re parve dikin.

Xebatkarên bankaya Nordea li Skövde dibêjin ku dema pere ji bo kontoyekê dihat razandin, ber bi filtera finansekirina terorîzmerê ketiye û hatiye rawestandin, lê ew fermî naxwazin derbarê vê de tu agahiyên din bidin.

Bi rêya posteya elektronîk ji P4a Skaraborg re Nordea rêya qanûn û erka  rêlibergirtina ew ji bo fînasekirina terorîzmê neyên bikaranînin niṣan dide.

Ne Çavdêriya Fînansê û nejî Säpo, Polîsê Istixbaratî duxwaze derbarê vê buyerê de tiṣtekî bibêjin û piṣta xwe didin qanûna bi dizî girtinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".