Endamê Demokratên Swêdê fikrên nijadperestî li ser sîteya Flashback belav kirin.
Endamê Demokratên Swêdê fikrên nijadperestî li ser sîteya Flashback belav kirin.

Endamê DS ji kar hat derxistin

Kesê endamê  Demokratên Swêdê ku di forumana bi navê Flashback de, di înternetê de fikrên xwe yên nijadperestî nivîsandine ji erka xwe hat dûr xistin. 

Vê yekê parlamentera Demokratên Swêdê ya Yekitiya Ewrûpa  Kristina Winberg piṣtrast dike.

-Min û partiyê li ser bandora encamên vê yekê biryar daye ku ew derhal dev ji erka xwe berde, li gor ku wî xwe bi çi awayî îfade kriye. Em bi temamî bi vê re nîn in. Em nikarin bi kesekî ku bi vî awayî dinivisîne re kar bikin.

Komentarên nefreta li hemaber cihû û mislumanan ji aliyê Aftonbladet û koma lêkolînê ya bi navê Researchgruppen ve di lêkolînek berfireha  ku li ser sîteya nefretê ya anonîme hat kirin de hat eṣkere kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".