Wêne: Jonas Neuman/Radyoya Swêde.
Wêne: Jonas Neuman/Radyoya Swêde.

Ji bo Dozgeran pêṣniyarên kurtkirina desteseriyê

Piṣtî gelek sal ku li Swêd rexne debarê nêzîkbûna kesên ku ṣika tawankirinê jê tê kirin dihat kirin, niha ji bo dozger prensîbên nû tên danîn. Armanc ewe ku îzolasyona kesê ṣik jê tê kirin ku sûc kiriye û dema desteserkirina wan were kurt kirin.

Dozgerê giṣtî Anders Perklev dibêje ku ev yek ji bo dozgeran weke rênîṣandaneke. Fikir ewe ku mirov li ser baṣ bifikire ka di her buyerêde desteserkirin û bi sînorkirin pêwiste an na.

Rênîṣandana ku tê pêṣniyarkirin ne ji bo wê ne tesîrê li ser tawankariya kesên sûcdar bike, lê dibe sebeb ku ew bi tenê di odeyan de hemû rojê tên ragirtin. Dibe ku mafê wan ê hevditîn û telefonê  tunebe, yan jî nikaribin kesên din ên girtî jî bibînin.

Dozgerê giṣtî Ander Perklev dibêje:

-Divê mirov her buyerê bi taybet di çav re derbas bike, him cidîyeta tawan bipîve û him jî hewil bide ku ev yek bandorê li proseya dozê neke.

Her sal, li gor Dozgeriyê li derdora 9500 kes li Swêdê tên desteserkirin û du ji sêyên van kesan tên bi sînorkirin, piraniya caran di deman destpêka desteserkirinê de ev yek tê kirin. Lê hinek kes jî hebûne ku bi salan bi sînorkirî hatine destesrekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".