Hon har väldigt ljust hår.
Det här är Acko Ankarberg Johansson. Hon kallas ofta bara för Acko Ankarberg. Foto: Jonas Ekströmer på TT.

Ankarberg dibêje ew amadeya XD birêve bibe

Acko Ankarberg ji komîyeta rawêjkar re eṣkere kiriye ku ew xwe ji serokatiya partiya Demokratên Xiristiyan re wek namzet datîne.

Ji bo rojnameya expressen dibêje ku ew amadeye namzetiya xwe ji bo serokatiyê deyne.

Ankarberg ku niha sekretêra partiyê ye dibêje ku serokê komîteya rawêjkar Chatrine Pålsson Ahlgren ji bo biryara min kêfxweṣ buye û gotiye ku ji wan re girînge ku ew bizanibin kesên ku namzetin çi difikirin.

Piṣtî ku Göran Hägglund istîfaya xwe eṣkere kir, navê Lars Adaktusson wek serok ket rojevê lê wî got na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".