Somalia, välgörenhet
Jiyan û Emîna rojê du saetan ji bo zarokên Somaliya kar dikin. Foto: Privat
Alîkarî

Jiyan jiyanê dibe Somaliya

Jiyan Haco û Somaliya
5:58 min

Jiyan Haco ya li bajarê Borlänge ji bo zarokên Somaliya projeyeke alîkariyê dimeşîne.

Ji bo piştgiriya koçber û belengazên cîhanê li Swêdê hertim hin xebat hebûne. Hem rêxistinên mezin yên navneteweyî mîna Xaça Sor, Rêxistina Parastina Zarokan, Amnesty û hwd, hem jî gelek kes û komele pir caran bi serê xwe hewl didin alîkar bin.

Wek nimûne bi taybetî piştî êrîşên li ser Şengal û Kobanî li Swêdê bi dehan grûpên serbixwe hatine cem hev û hewl didin alîkariyê bigihînin derbederên Kurdistanê.

Keseke ku însîyatîfeke bi heman rengî girtiye Jiyan Haco ya li Borlänge ye. Lê Jiyana ji Qamişlo ne ji bo derbederên kurd, ew ji bo alîkariya zarokên li Somaliya projeyekê dimeşîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".