Kampa penaberan li Stora Ekeberg sza01557. Wêne: Magnus Hjalmarson Neideman/TT.

Hikumet li ser entegrasyonê lihev nayê

Sosiyaldemokrat duxwazin qanûna derbarê bi cihkirina penaberan biguherin k mirov bikaribe penaberan neçarî bicihkirinê bike û bi heman awayî jî ṣaredariyan neçar bike ku penaberan bigrin.

Partiya Jîngehê naxwaze qanûnê biguhere. Ev agahî bermaneya Ekot girtiye niha di dema ku guftûgoya derbarê entegrasyon û penaberiyê de berdewam dikin.

Ku mafê kesên penaber ku bikaribin ciyê lê mayinê hilbijêrin jê were girtin demeke Sosiyaldemokratên herîmî li ṣaredariyên ku herî zêde penaberan dihewînin wek ṣert datînin.

Boel Godner li ṣaredariya Södertäljeyê seroka rêvebriya ṣaredariyê ya Sosiyaldemokratan e û dibêje:

- Sîstema hilbijartina ciyê mayinê dibe sebaba xwe ji derve hiṣtina civakê û bêkariyek dûr û dirêj ku em naxwazin ku tu mirov bi ber vê yekê bikeve.

Tenê ji bo ku mirov Södertäljeyê hildibijê re dibe seba ku mirov Swêdî fêr nabe, nakeve nav civakê, kar nabîne û ji bo zarokan zahmet dibe ku ji heq dibistanê werin der.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".