Îstansyona Trênê ya Malmö
Îstansyona Trênê ya Malmö

Lawikên Malöyê wenda ne

Du lawikên ku li îstasyona trênê ya Malmöyê roja înê hatin girtin û buyera ṣîdetê ya li hembêr zarokê 9 salî gelek bal kiṣand ji roja duṣemê ve wenda ne.

Piṣtî buyerê,  polîsan ew ji îstasyona trênê ya Malmöyê birin mala wan a ku bi rêya qanûnê bi zorê li derveyî Simrishamnê lê hatine bi cih kirin.

Lê li gor rojnameya Aftonbladetê herdû lawik ji bo karê brokratîk roja duṣemê anîne Daîreya Koçê, Migrationsverketê ya li Malmöyê. Ji wir  ew wenda dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".