Șîdeta nobedar a li lawikê 9 salî.
Șîdeta nobedar a li lawikê 9 salî.Foto: TT

Lawikên Malmö hatin ditîn

 ku li îstasyona trênê ya Malmöyê rastî șîdeta nobedar hatin û pișt re jî wenda bûne dibe ku hatibin ditîn. Vê yekê him rojnameya Aftonbladet dinivîse û him jî Dagens Nyheter.

Herdû lawik ji aliyê polîsên danîmarkî ve tên parastin.

Pistî ku herdû lawik ji aliyê nobedar ve hatin girtin, polîsan ew birin mala ku ew lê bi zorê li gor qanûnê hatibûn bi cih kirin. Lê ew roja dușemê ji bo karê birokratîk çûn Daîreya Koçê ya li Malmöyê û ew ji wir wenda bûn.

Eger were tesbît kirin, zarokên ku hatine ditîn ev herdû lawikin dê bi ihtîmalek mezin bi șûnde bișînin Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".