Wêne: Fredrik Sandberg / TT
Wêne: Fredrik Sandberg / TT

Qîmeta kronên swêdî daketin

Piștî biryaryara hefteya derbasbuyî ku faîza idarekirnê bixin bin sifrê kronê swêdî gelek daket. Li ofisên hurkirina dovîzan dolarek nêzîkî deh kron e û euroyek jî bi ser deh kronî re ye.

Û li gor ku pisporên pereyan texmîn dikin divê swêdiyên havînê rêwitiyê dikin ji niha de bizanibin ku dê kron havînê jî zayif be.

Johan Javeus li bankeya SEB berpirsiyar e û dibêje:

- Gelek îșeret hene ku di rewș ji bo kron zahmet be û dê buharê û heta havînê jî bi berdewamî dakeve.

Û em heta li hember hemû pereyan daketina kron a ji niha zêdetir jî texmîn dikin.

Javeus dibêje ku daketina kron tam ew tiștê ku Bankeya navendî ya Giștî duxwast bû dema faîza îdarekirinê daxist bin sifirê yek. Ev yek dikare him îxracatê bilind bike û him jî mezinbûna aborî pêșbixe ku îtxalat buhatir bibe, ev yek jî dikare enflasyonê bilind bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".