Anna Kinberg Batra
Wêne: TT

Batra: Pereyên hêza parastinê divê zêde bibin

Seroka partiya Moderaterna, Anna Kinberg Batra ragehand ku partiya wê dixwaze bêhtir pereyan veqetîne ji bo parastinê, û partî dê ji bo vê yekê bixebite di danûstandinên pirsa parastinê, ku biryara wê dê di meha nîsanê de were der. Ev pere dê bêhtir ji bo bilindkirina amadebûna li Östersjön werin veqetandin.

Anna Kinberg Batra dibêje:

- Em amade ne ku bêhtir pere ji bo parastinê veqetînin, da ku em bikaribin li hember rewşa cîhanê ya nearam bisekinin, nexasim li hawîrdora welatê me.

- Hikûmet divê berî her tiştî di nav xwe de li hev bikin, ka ew çiqas amade ne ku pereyan bêhtir ji bo parastinê veqetînin. Gerek em bikaribin li hember rewşa cîhanê ya nearam bisekinin. Niha gerek hikûmet bi herdû partiyên di hundir hikûmetê de li hev bike, li ser ka ev tişt dê çawa biqewime.

Tê zanîn ku hêza parastinê daxwaza 4 miljar kronên zêde her salê kiriye, lê li gorî Svenska Dagbladet, hikûmetê gotiye ku ew tenê salê 500 milyonên zêde dikare bide hêza parastinê. Lê Moderaterna dibêje ku ev meblax têr nake.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".