Wêne: AP Photo
Wêne: AP Photo

Fînanskerine Dewleta Îslamî derketine holê

Daîreya sûcên aborî, Ekobrottsmyndigheten, îro bi ser hin kesan ve bû, ji ber sûceke aborî ya giran. Guman ew e ku qezenc çûne ji Sûriyê, bi awayekî rasttir ji Dewleta Îslamî, IS:ê re, li gorî agahîyine ku Dagens Nyheter wergirtin.

Torbjörn Rosén, serekeyê polîsan yê wekîl li dev Ekobrottsmyndigheten, dibêje:

- Tu ronahiyên kûrtir di vê mijarê de li cem min tune ne.

Ew Katinka Wall, sekretêra çapemeniyê weke çavkanî nîşan dide. Lê Wall wisa dibêje : 

- Li gor rewşa niha, ez nikarim bersiva tu pirsan bidim. Ez nikarim tiştekî li ser van agahiyan bibêjim. Dibe ku di demeke nêzîk de em li we vegerin.

Li gorî hin jêderan ku ji Dagens Nyheter re gotine, gumana dozger ew e, ku qezencên ji sûceke aborî, hatiye rêkirin bo Sûriyê, pir muhtemel ji Dewleta Îslamî, IS, re. Ev prosêsa girtinê pir mezin û baş pilankirî bûye.

Jêder : Dagens Nygheter

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".