Stasyona Malmö. Wêne: TT.
Stasyona Malmö. Wêne: TT.

Herdû zarokên penaber li Kopênhagenê hatin dîtin

Daîreyên civakî yên Danîmarkayê du zarokên penaber yên bi tena xwe hatine Swêdê, 9 û 12 salî, xistine bin çavdêriyê.

Hefteya çû, bal li ser wan zarokan hatibû kişandin, ji ber bûyera ku li stasyona navendî ya Malmöyê li dar ket. Di wê bûyerê de, zarokê 9 salî bi awayekî tund ji aliyê nobedarekî stasyonê hatibû sekinandin.

Li gorî polîsên Malmöyê, ew zarok niha bûne pirseke daîreyên civakî, û di dema niha de ne aktuêl e ku polîsê Swêdê wan bîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".