Urban Ahlin (S)
Wêne: Henrik Montgomery / TT

Urban Ahlin pêşwaziya serokê parlamêntoya herêma Kurdistanê dike

Îroj, serokê parlamêntoyê, Urban Ahlin, pêşwaziya serokê parlamêntoya herêma Kurdistanê, Yûsif Muhemed Sadiq kir. Di nav vê serdanê de, civîneke bi komîsyona parlamêntoyê ya karûbarên derve, Utrikesutskottet, re hey

Li ser malpera parlamêntoya Swêdê, li ser pêşwazîkirina Ahlin ji bo Sadiq, hat nivîsandin. 

Yûsif Muhemed Sadiq ji roja yekşema çû, 15ê mehê, li gel delegasyoneke ku ji hemû partiyên parlamêntoya herêma Kurdistanê pêk tê, gihiştin Swêdê. Heta niha, wî li gel delegasyonê serdana hejmareke birêkxistinên civaka Swêdê, bo nimûne Palmecenter, kiriye. Û weke ku me doh di parçeyeke taybet de ji we re ragihand, roja duşembê, semînareke vekirî li xaniyê ABFê li dar ket, ku li wir revenda kurd li Swêdê pirs û ramanên xwe ji delegasyonê re anîn der

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".