Gitte Wille, seroka çandî ya Region Skåne. Wêne: David Richter och TT
Gitte Wille, seroka çandî ya Region Skåne. Wêne: David Richter och TT

Pere ji bo zêdekirinê hat dan, tu zêdebûn ne bû

Meclîsa wîlayeta herêma Skåne, Skåne Region, di heyama 10 sala de bi milyonan kron dane orkêstraya senfoniyê ya Malmöyê, ji bo ku orkêstra muzîkjenên xwe zêdetir bike. Lê li gor Kulturnytt ya Sveriges Radio, tu muzîkjen li orkêstrayê zêde ne bûne.

Li gorî peymana ku sala 2005an pêk hat, armanca wan pereyan ew bû, ku orkêstra bi qasî 10 muzîkjenan zengîntir bibe. Ji wê demê ve, orkêstrayê 15 heta 20 milyon kron wergirtine. Orkêstrayê îdîa kir ku aboriya wê xerab bûye, û ku ew pere li ser zêdebûna meaşan û bilindkirina fîyetan çûne. Lê ev behane nakevin serê Gitte Wille, sereka beşa çandî li Region Skåne. Wille ji Kulturnytt re dibêje:

- Helwêsta Region Skåne bêguman ew e, ku dema peyman hebe, divê ku ew peyman were bicîkirin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".