Yezidi, êzidî, federasyona êzidî, yezidiförbundet
Serokê Federasyona Êzidiyên Swêdê Dîndar Şêxanî

"Bila kesek xwe neke wekîlê êzidiyan!"

Serokê Federasyona Êzidiyan
5:31 min

”Em bi tu rengî qebûl nakin ku kêşeya êzidiyan ji bo cîbicîkirina amancên şexsî, hizbî yan jî siyasî were bi kar anîn. Û em qebûl nakin kesek xwe bike wekîlê êzidiyan da li gor xwe çarenivîsa êzidiyan diyar bike. Êzidiyan dezgeh û saziyên xwe bi xwe hene”. Ev gotinên serokê Federasyona Êzidiyan li Swêdê Dîndar Şêxanî ne.

Destpêka vê heftiyê serokê Federasyona Asûriyan Afram Yakoub bi sernivîsa ”Desteka leşkerî ya ji bo kurdan rê li ber aloziyan vedike” gotarek di malpera Televîzyona Swêdê (SVT) de weşand. Di nivîsê de Yakoub îdia dike ku alîkariya Swêd û dewletên din yên rojava ya ji bo kurdan hin pirsgirêkan dihewîne nav xwe û dibêje gereke êzidî û asûrî jî werine çekdar kirin, ji ber ku mexdûrên herî mezin di şerê Îraqê de li gor wî ev herdu gel in. Di nivîsa xwe de digel gotina asûrî Afram Yakoub tim behsa gelê êzidî jî dike.

Li hemberî vê nivîsa Yakoub rojnamevan Kurdo Baksi jî nivîsek weşandiye. Ew dibêje Herêma Kurdistanê piştgiriyeke baş dide xirisitayanan, yên ji Îraqê direvin li wira disitirin, mafê wan yê olî, çandî baş hene, di parlemana Kurdistanê de xwedanê nûnertiyeke xurt in û rexneyan li Yakoub dike ku di şûna ew berê tîrên xwe bide Daişê êrîşî kurdan dike. Baksî dinivîse ku Yakoub kurdên nemisilman mîna kurd nahesibîne û bi vî awayî ew hewl dide kurdan parçe bike.

Ev gengeşî her dewam e. Serokê Federasyona Asûrî duh nivîseke duyem li ser heman babetê weşand û îro jî Sîrwan Dabagh nivîseke li ser kurdîtiya êzidiyan, bi çavkaniyên zanistî di malpera SVT de belav kir.

Li ser vê gengeşiya derheqê êzîdiyan de em bi serokê Federasyona Êzidiyan li Swêdê Dîndar Şêxanî re axivîn.

Ji bo hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".