Fredrik Malmberg. Wêne: TT.
Fredrik Malmberg. Wêne: TT.

Zarokên bi tena xwe wenda dibin

Îsal tenê, 22 zarokên penaber yên bi tenê hatine Swêdê, wenda bûne, û ji ber vê yekê, komîteya Netewên Yekgirtî ya mafên zarokan rexenyeke giran li Swêdê kir.

Lewre çavdêrê pirsên zarokan, Barnombudsmanne, dixwaze ku parastina zarokên bi tena xwe baştir bike, û ji bo vê armancê, wî gelek daîre dawet kirin ji bo civînekê derbarê vê pirsê.

Ji sala 2010an ve, derûdora 1500 zarok wenda bûne, li gorî Daîreya Mihaciriyê, Migrationsverket. Ji wan, tenê 179 zarok hatine dîtin. Fredrik Malmberg ji ber vê yekê nerehet e, û dibêje:

”Ne ji zû ve ye ku Swêdê tûşî rexneya komîteya mafên zarokan ya Netewên Yekgirtî bû, ji ber ku di nerîna wan de parastina zarokên ku bi tenê tên lawaz e. Rexneya komîteyê ew e, ku zarok wenda dibin û lêkolîn derbarê wendabûna wan ne bi şêweyekî berfireh tên lêkolîn. Tirsa me ew e ku beşeke ji wan zarokan di bazirganiya însanan de werin bi karanîn"

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".