CSN
CSN

Qanûnên alîkariya xwendina ji derveyî welêt tên guhertin

Yekê meha hezîrana vê salê, Desteya Xwendinê ya Navendî, CSN, qanûnên xwe yên alîkariya xwendina ji derveyî welêt diguhere. Qanûnên berê dihatin wateya ku CSN pereyan li gorî bihaya jiyanê li wî welatê ku şagirt lê dixwînî, didanê. Lê niha, şagirt dê eynî meblaxa ku mirov li Swêdê distîne, bistîne.

Şagirt dê nema weke berê di destpêka termînê de, pereyên termînê hemû wergirin, lê belê wê her heyvê pereyên xwe wergirin, tam weke li Swêdê.

Lê ev xal dibe bingeha nerehtiyê ji bo beşeke ji şagirtan. Bo nimûne kesên ku doktoriyê li derve dixwînin û mecbûr in her serê termînê heqê termîna xwendinê, ya ku hindek caran digihê 100 000 kronî, bidin.

Jêder: P3 Nyheter.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".