Wêne: Karin Malmhav/TT Bild
Wêne: Karin Malmhav/TT Bild

Kêmhebûna mamosteyan xerabtir dibe

Li gorî Buroya Navendî ya Statîstîkê, Statistiska Centralbyrån, û Yekîtiya Mamosteyan, Lärarförbundet, di 2025an de, dê 65 000 mamosteyên kompêtênt kêm bin.

Hîn ji 2011an ve, yekîtiyê bal dikişand ser kêmhebûna mamosteyan. Di 2020an de, yekîtiyê digot ku dê 43 000 mamoste kêm bin, lê niha diyar e ku rewş dê ji wisa xerabtir bibe. Yekîtiya Mamosteyan niha dibêje ku di 2020an de dê 55 000 kêm bin û piştî pênc salan, dê ew hejmar bi 10 000 an zêde bibe.

Jêder: TT

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".