SOS Alarm Wêne: Janerik Henriksson / Scanpix
SOS Alarm Wêne: Janerik Henriksson / Scanpix

SOS guman ji ciwanên birîndar kir

16 saliyê ku guleyeke di serê xwe de xwar li Norrahammar, li derveyî Jönköpingê, payiza çûyî, guman jê hate kirin dema ku wî, birîndar û bi xwîn, telefona Servîsa qeza û ewlehiya civatê, SOS, kir.

SOS îtîraf dike ku kêmasiyên wan di pêşwazîkirina alarmê de hebûn û dê lêkolîneke navxweyî çê bike.

Di dema guleberdanê de, ciwanekî 17 salî bi guleyeke di sîngê de jiyana xwe ji dest da. Herweha, çend gule hatin berdan ber bi yê 16 salî ve, yek ji wan li serê wî ket.

Wî bi xwe telefona SOS kir, lê yê operator guman ji birînên wî kir, û yek ji pirsên wî ew bû, gelo ciwanî çawa dikarîbû telefonê bike dema ku guleyeke li serê wî ketibe.

Du ciwanên 17 salî ku gule berdan roja çarşembê hatin tawanbarkirin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".