Wêne: Maja Suslin/TT
Wêne: Maja Suslin/TT

Penaber bê xanî ne

Kêmbûna xaniyan kêşeyeke berdewam e ji bo pêşwazîkirina penaberan.

Derûdora 10 000 kes, ku destûra rûniştinê standine, heta ku xaniyekî bibînin, li avahiyên Daîreya Mihaciriyê, Migrationsverket, dimînin. Ew avahî taybet in ji bo pêşwazîkirina penaberên ku nuh gihiştine.

Ev hejmar tê wateya zêdebûneke mezin, li gor berî du salan.

Li gorî texmîna daîreyê, ew hejmar dê di dawiya sala bê de duqat bibe. Sedem ew e, ku dana destûrên rûniştê texmîn dibe zêde bibin, û di heman demê de, xaniyên ku belediyên Swêdê pêşkêş dikin, têra pêşwaziyê nake.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".