Daîreya Karî, Arbetsförmedlingen. Wêne: Bertil Enevåg/TT.
Daîreya Karî, Arbetsförmedlingen. Wêne: Bertil Enevåg/TT.

Xizmeteke civakî tê betalkirin

Daîreya Karî, Arbetsförmedlingen, xizmeta civakî; rênîşanderê bo danîna bingehekî di bazara karî de, ango Etableringslots, betal dike, ji ber sedema tehdîd, qaçaxiya însanan, şantajkirin û tawanbariya organîzekirî.

Meha adara sala çû, Daîreya Karî dest bi kontrolkirina vê xizmeta civakî kir, ji bo ku kêşeya rêklamkirina fîrmayan ji bo xwe, hal bikin. Lê bi saya wê kontrolkirinê, gelek tiştên din hatin eşkerekirin.

Birêvebirê giştî yê Daîreya Karî, Mikael Sjöberg, wisa dibêje:

- ”Ji wan tawanên ku hatine kirin, tawanên qeyda nifûsê, ango firotina adrêsan, wate mirov li cem rênîşander dijî. Herweha, tawanên tehdîd, gefên kuştinê, sextekarî, û hetanî bi qaçaxiya însanan bi rêya vê xizmetê hatiye kirin”.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".