Encumeneke ji bo fikrên nuh

Encumena hikûmetê ya ji bo fikrên nuh, Innovationsrådet, îroj civiya. Di encumenê de, nunerên hikûmetê, yên enustrî û bazirganiyê û ji cîhana akademît kom bûn, bi armanca ku kar li Swêdê zêde bibin, û hêza Swêdê ya reqabetê xurttir bibe.

Li gorî serokwezîr, û herweha serekê encumenê, Stefan Löfvén, nêta bi encumenê ew e ku pevguhertina dîtin û hiziran di navbera hikûmet, cîhana akademîk û profîlên bazirganiyê de hesantir bibe.

Dê tu pêşniyaz ji aliyê encumenê ve neyê pêşkêşkirin, lê belê ew dê şîret û dîtinên xwe bidin wezîrên hikûmetê.