Pêşawiya penaberan wek xwe dimîne

Swêdê dê îsal jî pêşwaziya 1900 penaberên kontenjanê bike, di hevkariyekê bi dezgeha penaberan ya Netewên Yekgirtî, UNHCR, re. Ev hejmar eynî hejmara 2014an û 2013an e.

Beşê herî mezin ji wan penaberan, ji şerê li Sûriyê reviyane. Herweha di nav wan de penaberên ji Somalyayê, Erîtrêyayê, Kongoyê, Afganîstanê û Êtyopyayê, hene.

Ew penaber yên herî di takûleyê de ne, bo nimûne bi salan di konikên penaberan de mane.

Ew li welêt destûra hatin û rûniştina li Swêdê werdigirin, ango pêwîst nake li Swêdê miraceeta penaberiyê bê kirin.