33% ji çekfirotina Swêdê kêm bû

Çekfirotina Swêdê di 2014an de kir 8 milyar kron. Li gorî sala berî wê, ew tê wateya kêmkirineke bi qasî 33%.

Beşa herî mezin, 78%, çû ji welatên Ewropî, û hin welatên din yên hevkariyê, yên weke Awustralya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Kanadayê re.

22% jî çû ji 20 welatên cuda re, bêhtirî wan ji Tayland, Hindistan û Erebistana Siûdiyê re.