Zêdetir kes duxwazin cinseyata xwe biguherin

Her ku diçe zêdetir kes serdana muanexaneya nasnameya cinsî li her derê welêt dikin.

Bi giştî nêzîkî 600 kesî serdana muanexaneyên cinsî li ciyên cûda yên welêt kirine, ev yek li gor rapora ku SVT, televîzyona Swêdê Sydnett belav kiriye.

Xeynî ku di civakê de li ser van tiştan peyvîn hinek vekirîtir buye, tê texmîn kirin ku guhertina qanûnê ya di 2013an dikare bûbe sebeb ku eleqeya ji bo guhertina cinsî  zêde buye.

Qanûn ji aliyê hiqûqîve mafê dide her kesî ku buxwaze cinsiyeta xwe buhere beyî ku pewîst be ew kes were stewr kirin. Serbijîjk Attila Fazekas li muanexaneya Lundê dibêje, piştî vê ji bo gelek kesan asantir bû ku biryara cins guhertinê bidin.