Swêd pêşî li bombeyên li mal çêdibin digre

6:20 min

bûne tehdîtek mezin û zêdetir di êrîşên terorîstî de tên bikaranîn.

Niha wezîfeyek hinek neditî li Swêdê ji aliyê EU, Yekitiya Ewrûpa ve hatiye bar kirin ku metodekî bibîne ji bo pêşî li çêkirina bombeyên ku ji tiştên nav malê tên çêkirin were  girtin.

Xebata lêkolîna li cem FOI, Enstîtuya Lêkolînê  ya Hêza Parastinê li Grinsjön gelek bi dizî ye, lê redaksiyona beşa Radyoya Swêdê ya Rusî ji bo serdanê  destûr girt.

Li tesîsa li başûrê Stockholmê, nêzîkî 20 lêkoler ji bo baştir û zûtir jibermayîyên madeyên teqînê bibînin li ser metodên nu xebatê dikin.

Ev lêkolîn li ser madeyên mirov dikare têke nav dermanên li malan tên bikaranînê tesbît bike ye, ji bo ku zahmetir bibe mirov li mal bikaribe bombeyan çê bike. Lêkoler li ser wê jî kar dikin ku ji bo polîsan destgirtina bombeyê ewletir bikin dema ew rastî bombeyekê tên. Ku ev projeya mezin a Yekitiya Ewrûpayê ya bi nîv mîlyon kronî tê fînansekirin ji aliyê Swêdê ve tê koordînekirin tesadûf nîne, dibêje Henric Östmark, berpirsiyarê lêkolînê ye li FOI.

-Swêd xwedî gelek zanebûne di vî warî de û ev yek jî ji mêj ve ye.  Bikaranîna sivîlan a madeyên teqînê ji xwe li Swêdê ji aliyê Nobel ve hat kifş kirin. Sanayî û zanebûnek me ya mezin a bi gistî heye. Li Grindsjön avahiyek meya bingehîn a neditî heye ku em li wir li ser gelek awayên madeyên teqînê kar dikin, bi tev madeyên li mal hatine çêkirin û bi awayekî ewle ew tên ceribandin.

Ku mirov rabe û ji xwe re dermanên em li mal bikartînin tevlîhev bike û biceribîne heta ku kîjan derman dikare bibe bombe bibîne û  piştere jî rêyekê  jêre bîbîne ji bo ku bê tesîr bike, karekî gelek zahmet diyar e, lê Östmark madeyên ji bo vê pêwistin bi pênc tiliyên xwe dijmê re.

Mirov wek mînak navê Salpeter, potasyûmnîtrat ku di şûna zibil de wek gubre ye tê bikaranîn tîne. Beşek girîng a lêkolînê ewe ku teqîna bombeyan a li Osloyê ya 2011 û a li Madrîdê di 2004an de yan jî xwe teqandina li Stockholmê ya 2010an ji bo ceribandinê ji nûve li dar xistine.  Lêkoleran kopyayek labûratuwara ku xwekujerên li Londrayê lê bombe çêkiribûn jî ava kirine.

Metbaxa bombeyê li ciyekî lê serbixwede hatiye çêkirin û dora wê bi berfê hatiye tijekirin. Dema ew madeyên tevlîhevkirine ji bo ceribandinê dikelînên ew xaniyên bombe dibin ciyêkî tenê eger teqîn rû bide ji bo zerar negihîje der dorê. Dîsa Östmark:

-Weke kopiyeke metbaxa li Leeds e, li ciyê ku bombeyên li Londrayê teqiyan hatibûn çêkirin. Mixabin ji bo wê teqînê tenê ev yek pêwist bûn: Argûn, quşxaneyek û madeyên kîmyayî, Östmark dibêje:

- Wan dermanekî  firaqşûştinê bi kelandinê qalind kir, wê demê tiştên dikeliyan tevlî hewayê bûn û cîranan gilî kir ku bêhna pîs tê û gulên derdorê hişk bûn. Me kopî ya vê yekê çêkir û ceriband û me pir bi eşkereyî dît ku mirov dikare vê yekê çêbike.

Henric Östmar bawer dike ku eger ev metoda niha tê bikaranîn di 2005an de hebuya dê êrîşa li Londreyê rûnedana.  Çêkirina bombeyan a li mal her ku diçe zêdetir dibe tehdîtekî mezin. Di êrîşên terorîstî de tên bikaranîn herî zêde jî li ciyên ku nankokî hene li welatên wek Efxanîstanê, Îrak an jî Sûriyê.

Rêxistina înglîz a bi navê Action on Armed Violence (AOAV)  bawer dike ku tenê di 3 salan de ji 50.000 zêdetir mirov bi bombeyên li malan hatine çêkirin mirine. Henric Östmark divê derbrê de dibêje:

- Ev yeka hêjî hatiye zerîftir kirin. Berê mirov madeyên teqînê didizîn lê niha dizîn gelek zahmetir buye, loma mirov êdî van madayan bi xwe çêdike. Mixabin agahiyên li ser internetê jî ku hene ku wek mirov ji tîştên malê çawa bombeyan çêdike herku diçe zêdetir belav dibe.

Nêzîkî nîvê hemû ji nûveçêkirinên lêkolerên li Grindsjönê li ser êrîşên teqînên ku rûdane ne.

Di heman demê de jî ew duxwazin texmîn bikin bê ka teqînên pêşerojê dikarin çawa bin. Lê ji ber ewlehiyê Östmark naxwaze li ser vê xebatê bipeyive û dibêje:

-Xebata me wê rê li tu kesî negre ku bombeyan çêkin. Lê wê vê yekê zahmetir bike. Dê zêdetir wext bigre, wê zêdetir bîn jê bê û polîsê jî pir zûtir ciyê çêkirina bombeyan tesbît bike. Ewê neçar bimîn ku pir zêde tiştan bikirrin.

Dema wan bombeya Londrayê çêkirin çend 100  litre kirrîbûn. Ji bo tevlihevkirinek ku me çêkiriye pêwiste mirov 1-2 t onan bikirre. Loma jî him zahmet dibe ku madeyan bibînî û himjî asantir dibe ku tawankaran zeft bikî.

Ma gelo lêkolîna li Grindsjön tê kirin dikare hemû madeyên li mal tên bikaranîn bê zerar bike? Henric Östmark gelek ji vê bawer e.

- Di xebata lêkolînê de me wek mînak li yek madeyekê mêzekiriye, û kesê ku vê difroşe ji niha de soz daye madeya ku me kifş kiriye têke nav vî dermanî.

Ew jî ditirsin eger tiştek neyê kirin dermanê ew difroşin dikare were qedexekirin. Belê ez bawer dikim ku mirov dikare bi hemû bazirganên ku dermana çêdikin û difroşin re hevkarî bike û lihev were, ya na mirov dikare ji Komîsyona Ewrûpayê buxwaze ku ji bo vê qanûnekê derxînin.