”Mesopotamien Cup” ji bo alîkariya penaberên Kurdistanê

5:04 min

Ji dema ku krîza li Kurdistanê bi êrîşên Daeşê dest pê kir, û rewşa penaberên Kurd xirabtir bû, nexasim li Şingalê û Kobanî, li Swêdê gelek çalakî li dar ketin, ji bo ku bi şêweyên cuda alîkariyê bidin hev û ji bo penaberên kurd rê bikin.

Gelek konserên muzîkî,  kampanyayên danheva cilan, danheva pere û dermanan çê bûne, û vê carê grûpeke ciwanên kurd biryar dan ku kûpayeke fûtbolê bi armanca alîkariyê li dar bixin.

Bahar Shivan, Cenan Karaer û Hêlîn Üzel 3 ji înîsyatîvgirên vê kûpayê ne, ku hindekî li ser kûpayê diaxivin.

Kûpa roja şemiyê 28ê sibatê li Rinkeby Ungdomens Hus saet 10an dest pê dike.