Werziş

Rekoreke medalyan ya nuh ji bo Swêdê

Şampyoniya Cîhanî ya Palikan, ya vê salê li bajarê Falun ya li Swêdê bû yeka dîrokî ji bo Swêdê, ji aliyê medalyan ve.

Medalyaya bronz ya ku Johan Olsson qezenc kir, medalyaya Swêdê ya nehan bû. Rekora berê di sala 1987an de li Obersdorf hate şikandin. Medalya 2 yên zêr, 4 yên zîv û 3 yên bronz bûn.

Herweha, hejmara bîneran ya zêdetir ji 280 000 î, weke serkeftinekê tê dîtin.