Piştgiriya hêzên dêmokrat li Rûsyayê

Roja îna çû, serekê opozisyona Rûsyayê, Boris Nemtsov, bi çar guleyan li Kreml di navenda Moskovayê hate kuştin

Wî pîlan kiribû ku di roja şemiyê de meşeke ji bo dijberiya hikûmeta Putin bi rê ve bibe, lê ew meşa protestokirinê bû meşa şînî û bibîranîna serekê opozisyonê.

Wezîra karûbarên derve Margot Wallström îroj got ku ew hêvî dike ku ev bûyera xembar bibe sedema civandina hêzên demokrat li Rûsyayê, û ku niha ji herdemê girîngtir e ku Swêdê piştgiriya wan hêzan bike.