Bila nexweşxane li giliyan binêrin!

Bila nexweşên ji tedawiya xwe nerazî giliyên xwe yekser li nexweşxaneyê bikin. Ev pêşniyaza lêkolîneke giliyan e.

Halê hazir gilî diçine cem Çavdêriya Lênerîn û Guhpêdanê (IVO). Îcar bi vê pêşniyaza nû daxwaz ew e ku barê IVO were sivikkirin, da ew bikaribe bi pirsên meztir ve mijûl bibe.

Bi vê guhertinê, ango eger nexweşxane bi xwe li giliyan binêrin, herwiha tê texmîn kirin ku gilî zûtir bi encam bibin.

Anders Printz vekolerê taybet e:

– Ev tê wê wateyê ku mirov dikare zûtir li gilî binêre û bileztir li ser kar bike. Di heman demê de IVO dikare hêza xwe bide ser çavdêriyan, weke nimûne bide ser lênerîna acîl ya li wîlayetan. Ev wê sûdeke baş bide ewlekariya nexweşan.