Nasnameyên karî zêdetir têne standin

Par ji ber sûc, sûistîmalî yan jî şaşiyên mezin nasnameya karî ya 55 kesên di nexweşxaneyan de kar dikin ji wan hatiye standin. Ji 2011ê wextê qanûna ewlekariya nexweşan hatiye nivîsandin ve tu caran ev hejmar ewqas bilind nebûye.

Lê hejmara piraniya van biryaran ne ji ber giliyê nexweşan rûdaye. Li gor statîstîka çavdêriya lênerîn û guhpêdanê (IVO) wan par bi giştî li 562 pirsan meyizandine, lê tenê 20 ji van ji ber gilî bûne.

Herî zêde yên ku nasnameya wan ya karî ji wan hatiye standin hemşîre/peresdar in.