Mattias Karlsson

Nakokiya nav SD piştrast dike

Cîgirê serokê Demokratên Swêdê Mattias Karlsson piştrast dike ku rast e di nav partiya wan de nakokiyek heye.

Roja yekşemê ciwanên partiyê SDU kongreya xwe ya salane li dar xist. Di kongreya tevlîhev û aloz de cîgirê serokê ciwanên partiyê William Hahne bû serokê partiyê yê herêma Stockholmê. Şîrove têne kirin ku bi vê civînê re daxwaz tê kirin ku xeta partiyê ji niha jî rastgirtir bibe. Mattias Karlsson ne alîgir e ku partî bêhtir rastgir bibe û li gor wî zimanê danûstandinê yê ciwanan zêde hişk û radîkal e. 

Mattias Karlsson bi berdewamî dibêje partiya wan SD, di pêş de jî wê ne çep ne jî rast be û li ser xeta sosyoalkonservatîv wê karê xwe bidomîne.

– Bi min em hêza xwe ji xeta xwe ya sosyalkonservatîv ya siyaseta nîvek digrin. Ev dike ku hilbijêrên hem ji baskê rast, hem jî çep tevlî me dibin. Ez herwiha bawer im gerek e em hêzek bin ku van bendên tradîsyonel yên rast-çep lawaz bike.