Roja (KD) li Almedalen

Îro di heftiya siyasî ya bi navê Almedalen li girava Gotlandê roja partiya demokratên xiristiyan, Kristdemokraterna ye.

Wate seroka partiyê, Ebba Busch Thor dê axaftineke yeksaetî pêşkêş bike. Di programa serê sibehê ya beşa Radyoya Swêdê P1 Morgon de, Ebba Busch Thor got ku dê di axaftina xwe de behsa zehmetî û kêşeyên civakê bike, bo nimûne, bê rêjeyeke bilind ya penaberan tê çi wateyê, pirsa xaniyan û herweha pêşniyaza guhertina qanûna parastina kar, bi swêdî Lagen om Anställningsskydd.

Derbarê wê pêşniyazê de got ku gerek bêhtir îstîsna di wê qanûnê de çê bibin, ji bo ku şirketên biçûk hesanîtir bikaribin personelên xwe biguherin, wate bêhtir kesan li cem xwe wezîfedar bikin.

Pirsek ji Busch Thor derbarê pirçandî û entegrasyonê de hat kirin. Bersiva wê ew bû ku Swêdê di warê entegrasyonê de ser ne ketiye. Îro gelek deverên xaniyan hene, ku tenê tîpeke ji çînên civakî lê dijîn. Gerek em xaniyên kirê û xaniyên milk bêhtir di nav hev de ava bikin, ji bo ku entegrasyon baştir bibe.

Wê herweha bal kişand ser rewşa zehmet ji bo jinên li taxên derveyî Stockholmê. Nimûne Zeliha Dagli, ku di êvarenameya Aftonbladet de nivîsandibû ku ew ji ber zilamên misilman yên radîkalîzebûyî nema dikare here hawizê avê, li gorî dilê xwe cilên xwe li xwe bike û jiyana xwe li gor kêfa xwe bike. Ebba Busch Thor got ku gerek ji herkesî re were gotin ku li Swêdê azadiya mirovan di destê mirovan de ye. Di hemû çandan de ev tişt tine, lê li Swêdê gerek ev tişt ji herkesî re zelal be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista