Saet bi saniyeyekê tê paşxistin!

Îşev dîsa bûye dema paşxistina saetê, lê tenê bi qasî saniyeyekê. Ji bo ku demkirina me li gorî tempoya gerîna erdê be, divê em carê wextê xwe rast bikin.

Ev bûne pêncî sal ku ne gerîna erdê demkirina me tayîn dike. Wê demê, berî pêncî salan, hate xuyakirin ku saetên atomî ji bo demkirinê ji gerîna erdê pêbawertir in. Lê dîsan jî hate xuyakirin ku carcaran rastkirina wê demkirinê pêwîst e. Ji bo wilo ji demê heta demê gerek mirov saniyeyekê zêde bike.

Çavdêrgeha asîmanî ya Onsala dibêje ku tiştên wek erdhejan dikarin tesîra xwe li ser  tempoya gerîna erdê bike.

Lê saniyeyek dikare gelek kêşeyan ji sîstemên teknîka ragehandinê yên mezin li seranserê cîhanê derxe. Welatên wek Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, dixwazin ku ev zêdekirina saniyeyê were rakirin. Li konferansa Yekîtiya Telefonê ya Navnetewî di meha yazdan de dê qedera vê saniyeyê were tayînkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista