Pêbaweriya ciwanan ji siyasetmedaran mezintir dibe

Pêbaweriya ciwanan ji afirandina siyasetmedaran ya derfetên kar zêdetir dibe. Ev yek li gorî lêkolîneke nû ji aliyê Novus.

Çarîkek ji kesên 18-29 salî ku di lêkolînê de beşdar bûn baweriya wan ya herî mezin ji bo çêkirina derfetên kar ji siyasetmedaran e. Ev rêje duqat e li rêjeya hemû kesên ku di lêkolînê de beşdar bûne, wate kesên di navbera 18-79 salî.  

Di eynî demê de 80% ji grûpê bi giştî ku di lêkolînê de beşdar bûne, baweriya wan bi şirketan heye ji bo afirandina derfetên kar. Lê di nav ciwanan de ev rêje tenê 64% bû.

Herweha di warê daxistina rêjeya betaliyê de baweriya ciwanan bêhtir ji hikûmetê heye ku vê kêşeyê çareser bikin. Di nav mezinan de ev rêje ne ewqasî bilind e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista