Asta zarokên tenê tên Swêdê digihe rekorê

Di meha 6an ya vê salê hejmara zarokên ku bi tena xwe tên Swêdê û penaberiyê dixwazin, gihişte asteke rekorê ya nû. Li gorî Daîreya Koçê, Migrationsverket, ev hejmar dikare hîn jî zêdetir bibe.

Di meha 6an de, 1447 zarok bi tena xwe, bêyî dê û bav, gihiştin Swêdê. Ev hejmara mehane ya herî bilind e di dîrokê de.

Pisporê çalakiyê li Daîreya Koçê, Kjell-Terje Torvik, dibêje ku welatê ku herî gelek zarokên penaber yên bi tena xwe berê xwe didinê, Swêd e. Yek ji sedeman ew e, ku îmkaniya bidestxistina îqameta daîm li Swêdê heye, û ev îmkanî ji bo zarokên kêmî 18-salan li welatên din kêm e.

Lê li Swêdê dema lênerîna penaxwestinan dirêj e. Heta ku biryarek were standin, dikare ji 6-7 mehan dirêj bike. Ji bo ku Daîreya Koçê bi kar re bigihê, daîre dê 300 karmendên nû li cem xwe wezîfedar bike. Lê dîsan jî, li gor Kjell-Terje Torvik dê wext gelekî bixwe, heta ku daîre bikaribe karê xwe li gor rewşa nû biguncîne:

- ”Guncandina sîstemeke wisa, di demeke kurt de, û di demeke ku gelek zarokên bi tena xwe tên Swêdê, gelekî zehmet e. Tu guman tê de tune ye ku divê em hin karmendên nû li cem xwe wezîfedar bikin. Ev kar bi heftiyan naqede, lê belê dikare bi mehan jî dirêj bike. Emê dîsan jî di karê xwe de hinekî li paş bimînin, lê hemû tiştê ji destê me derkeve, emê bikin”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista