"Li ser xwe bisekinin û alîkariyê bixwazin!"

5:45 min

Meha 5an Zozan Inci ya 27 salî hate hilbijartin weke endama komîteya serkêşiya rêkxistinê. Û beriya 2 heftiyan, li heftiya siyasî ya Almedalen, Zozan di kongireyeke awarte de bû seroka rêkxistinê.

Rêkxistina ser asta welêt ji bo nobetdariya alîkariya jin û keçên ku şidet û lêxistinê dixwin, bi swêdî Riksorganisationen för kvinno- och tjejjourer i Sverige, ku bi Roks tê kurtkirin, ji sala 1984an ve alîkariya jinên ku ji aliyê mêran ve tûşî tahdeyê dibin, dike.

Li ser asta netewî, wê tenê mehekê kar kiriye. Lê tecrubeya wê di vî karî de ji wilo bi gelekî dirêjtir e. 

Lê beşeke mezin ji vî karê nû dîsan dikare nû be, ji ber ku dîtina jinan û çarekirina haletên bi tena xwe di vî karî de tine, li gorî Zozan.

Zozan di van salên xwe yên ku di nav nobetdariyên jinan de kar kiriye, bêhtir li ser pirsa şidet û lêxistina di bin siya şerefê de sekiniye. Lê bi vê serokatiya xwe, dê ew li ser hemû pirsên din jî bisekine. 

Fermo, li rapora dengî guhdarî bikin, ji bo hevpeyvînê! 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista