Trêna SJ. Foto: TT
Mihacir dikarin bê nasname li trênê swar bin. Foto: TT
Penaberî

SJ rêwîtiya koçberan hêsan dike

Şîrketa swêdî ya riyên hesinî SJ şertê nasnameyê ji bo koçberan radike. Amanc ew e ku rêwîtiya wa nya Swêdê bi vî awayî were hêsan kirin.

Di şertên normal de eger nasnameya mirov nebe heqekî zêdetir tê standin, lê niha SJ vê yekê jî betal dike.

Ji bilî rakirina vî şertî SJ herwiha îmkanê dide koçberan ku bagaja wan girantir be û eger ew di trênê de bilêtên xwe bibirin heqekî zêdetir ji wan nastîne. Ev biryar gişt îna derbasbûyî hatine standin û bi nameyên elektronîk ji xebatkaran re hate belav kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista