Familjehem
Eva Kollberg van rojan pir mijûl e. Telefon ser telefonê tê. Foto: Carina Holmberg/Sveriges Radio
Penaberî

Malbatên swêdî zarokên koçber dihewînin mal

0:11 min

Vê heftiya dawî ewqas malbatên swêdî dixwazin zarokan bihewînin ku êdî meqamên resmî bi lênerîna daxwaznameyan re nagihin.

Gelek zarok û ciwanên bêyî dêûbavên xwe hatine Swêdê li zirmalan têne bi cî kirin. Heta berya heftiyekê hejmara malbatên ku dixwestin ciwan yan jî zarokan bihewînin kêm bû. Bes vê heftiya dawî bi taybetî li bajarên mîna Stockholm, Göteborg û Malmö ev daxwaz berovajî bûye. Niha ewqas malbatên swêdî dixwazin zarokan bihewînin ku êdî meqamên resmî bi lênerîna daxwaznameyan re nagihin.

Eva Kollberg li bajarê Göteborg desteya zirmalan de kar dike:

- Yên ku pêwendiyê bi me re dideynin dibêjine me: ”Êdî bes e, li mala min rê heye, ez dikarim deriyê mala xwe vekim”.

Li vê desteya Göteborg ku Eva Kollberg lê kar dike carê rojê 5-6 daxwazname dihatin, niha vê heftiya dawî rojê navbera 30-40 daxwaznameyî tê. 

Ji bo ku malbatek weke zirmal were pejirandin gereke ew hin şertan bînin cî û ji aliyê meqamên resmî ve daxwaz divê were pejirandin. Loma gelek şaredarî difikirin dest bi perwerdeya xebatkarên nû bikin da bikaribin li ser daxwaznameyan hûr bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista