kurdisk demonstration i Stockholm. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Kurdên Swêdê dîsa derdikevin qadan. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Kurdên Swêdê

Kurdên Swêdê Tirkiyê şermezar dikin

2:29 min

Bi munasebeta bûyerên li bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî êrîşên li hemberî navendên Partiya Demokrasiya Gelan HDP li bajarên Tirkiyê îro li Stockholm û Göteborg du xwepêşandan hene.

Ji duh ve li Tirkiyê gelek navendên Partiya Demokrasiya Gelan HDPê rastî êrîşan hatine. Ev êrîş li bajarên turîstan wekî Alanya jî rû didin û şîrketên seyahetên swêdî Apollo û Fritidsresor peyam ji mişteriyên xwe yên Tirkiyê re şandiye ku ew ji hundir der nekevin.

Êrîşên li hemberî HDP piştî şerê dijwar yê navbera dewleta Tirkiyê û şervanên PKK zêdetir bûne.

Wezareta derve ya Swêdê ji bo neçûna Tirkiyê tu bangê nake, lê dibêje rêwiyên li Alanya û Side bila bi riya wezareta derve, konsolosên swêdê û çapemeniyê pêşveçûnan bişopînin.

Li Swêdê jî bi munasebeta bûyerên li bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî êrîşên li hemberî navendên Partiya Demokrasiya Gelan HDP li bajarên Tirkiyê niha li Stockholm û Göteborg du xwepêşandan hene.

Xwepêşandanên ku saet 14 dest pê kirin ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd (NCDK) ve têne li dar xistin.

Hevserokê NCDK Welî Tosun dibêje li gor rewşa awarte ya li welêt ew jî li Swêdê bi şêweyekî awarte dest bi hewldanan dikin:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista