Martin Harnik nickar in Österrikes 2-0-mål
Martin Harnik golê duyem yê Awusturya avêt. Foto: TT Nyhetsbyrån

Swêd li mala xwe 4 gol xwarin

Duh taximê futbolê yê Awusturya mêvanê Swêdê bû û li Stockholmê ji bo şampiyoniya Ewrûpa ya futbolê ew lîstin. Awusturya bi 4 golan adeta da ser tîma swêdî.

Piştî lîstikê Andreas Granqvist xeyalşikestî bû:

- Helbet encam felaketeke. Me baş dest pê kir û em ketine hucûmê. Berya lîstikê em derheqê lîstika wan de şitexilîbûn, lê dîsa jî wan du gol avêtin. U piştî herdu golan rêxistiniya lîstika me ji hev de ket. Dewra diduyan jî me baş dest pê kir lê di çarîka dawî de du golên din xwarin. Em aciz û xeyalşikestî ne. 

Binkeftina Swêd ya li hember Awusturya tê wateya ku di grûpa Swêd de Awusturya yekem, Rûsya duyem û Swêd niha di rêza sêyem de ye. Ev jî tê wê wateyê ku ji bo derbasî şampiyonya ewrûpa EM bibe divê Swêd bi dewleteke di grûpeke din ya sêyem re bilîze. 

Maça duh Awusturya bi 4-1 stand. Tenha golê Swêdê Zlatan Îbrahimovic avêt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista