Foto: Dan Hansson/TT, Adam Westin/TT
Foto: Dan Hansson/TT, Adam Westin/TT
Tendurustî

Tedawiyeke nû ji bo nexweşên kanserê

Li Uppsala klînîka yekem ya bi tîrêjên protonê ji bo nexweşên kanserê hatiye vekirin. Halê hazir klînîk salê dikare li 1000 nexweşên zarok û mezin binêre.

Tedawiya bi tîrejan ji bo gelek nexweşiyên kanserê tê bi kar anîn. Lê tîrêjên normal ku têne bi kar anîn di ber hucreyên bi kanser re yên saxleme derdorê jî dişewitînin. Tîrêjên protonî wê îmkanê dide ku zerara li hucreyên saxlem kêmtir be.

Klînik bi navê Skandiokliniken vedibe û di welatên Skandînavya de ya pêşî ye. Klînîka ku bi alîkariya 7 zanîngehan vebûye heftiya din dest bi tedawiyê kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".